G7an ji bo cîbicîkirina hemû bendên çareseriya siyasî li Sûriyê li hev kir

G7an ji bo cîbicîkirina hemû bendên çareseriya siyasî li Sûriyê li hev kir

Beriya hilbijartinên 26ê Gulanê yên seroktiya rejîma Sûriyê, welatên mezin ên cîhanê careke din ji bo hewldanên çareseriya siyasî li Sûriyê ketin tevgerê.

Hat ragihandin ku di civîna welatên G7an ên pêşketî de ku doh 5ê Gulanê li paytexta Brîtanya Londonê hat lidarxistin, hemû welatên zilhêzên cîhanê bi pêşengiya Amerîkayê li hev kirine ku hemû bendên madeya 2254 a Neteweyên Yekbûyî (NY) bo çareserkirina krîza Sûriyê bi rêya siyasî werin bicihanîn.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gotiye, wezîrên derve yên Koma 7 dewletên mezin, di civîna xwe ya Londonê de teqez kirine ku ew pabendî gihîştina çareseriya siyasî ne ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê.

Blinken beriya serdana Londonê jî li ser twitterê peyamek belav kiribû û gotibû, ew û hempîşeyên xwe pabendî dîtina çareseriyeke siyasî ne ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê û piştevaniyê didin destpêkirina mekanîzmeyeke xebatê ya şandina alîkariyê bo Sûriyê ji aliyê NY ve.

Blinken daye xuyakirin, ew ê ji bo pêkanîna hemû bendên biryara 2254 ya Asayîşa Navdewletî ya NY û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê karê xwe bidomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, biryara 2254 ya NY 18ê Kanûna 2015an derketiye û teqeziyê bi rawestandina şer û êrîşan ji aliyê hemû hêzên li Sûriyê dike û banga piştgiriya hewldanên pêkanîna agirbestê dike.

Li gorî biryarê ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku hemû alî li hev bicivin û danûstandinên fermî pêk bînin û hilbijartinên dirust di bin çavdêriya NY de werin lidarxistin.

Pustên heman beş