Artêşa Îraqê: PKKe rêkê ji boy Tirkiyê xweş dike

Artêşa Îraqê PKKe rêkê ji boy Tirkiyê xweş dike

Fermandarê hêzên pasewanên sînor yê Îraqa federal radigehîne ku rêxistina PKKê rê ji bo artêşa Tirkiyê xweş dike ku êrîşan bike ser Îraqê.

Ferîq rukin Hamid Hisênî di daxuyanîyekê de li derbara êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê dibêje: Hebûna çekdarên rêxistina PKKê li navçeyên Başûrê Kurdistanê, hêncetan ji boy dewleta Tirkiyê çêdike ku êrîşa Îraqê bike.

Dest nîşan kir ku xebatên wezîrê karên navxwe yê Îraqê Osman Xanimî bi pirakîtk di vê derbarê de dest pê kirine ji boy dîtina çareserîyan.

Fermandarê pasewanên sînor eşkere kir, artêşa Tirkiyê li vê dawiyê 20 kîlometroyan kûrahî ketiye di xaka Îraqê de û got: emê li rojên pêş me nuqteyên xwe li ser sînor zêde bikin ji bo ku rê li ber artêşa Tirkiyê bê girtin ku zêdetir li sînorê Zaxo nehê pêş.

Fermandarê pasewanên sînor yê Îraqê her wiha got ku xebatên artêşa Îraqê bi hemahengî li gel hikûmeta Başûrê Kurdistanê tên encam dayîn.

Pustên heman beş