Bandora PKK û Artêşa Tirk li ser siyaseta valakirina gundan

Bi hatina biharê re pevçûnên di navbera Artêşa Tirk û PKK ê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ji nû ve dest pê kirin. Di pevçûnên ku di 24 ê Nîsanê dest pê kirin de, herî zêde gundê Kêste yê li herêma Berwarî Bala zirar dît. Baxçe şewitîn, mêşên hingiv tune bûn. Di deh rojên borî de, pevçûn hema hema 2 KM gihiştibî dûrî gund. Lê şeva 4ê Nîsanê, rewş guherî û pevçûn derketin hundirê gund. Gava ku gerîla li kêleka baxçeyên gund û xaniyên wan tacîz li leşkeran dikir, dijminî jî bi helîkopter, balafir û topên hawanê gundê Kêste topbaran kir. Hema nîvê şevê, gundiyan ajal û hinek kelupelên xwe hilgirtin û derbasî gundê Çelkê bûn.

Ne diyare ka dê gundê Çelkê heya dawiya hefteyê bimîne an jî wê çol bibe. Ji ber ku dema li gundê Kêste niştecîyên ku PKK ji bo xwe wekî mertalên zindî bikar bîne neman, nuke jî gerîla berê xwe didin tunêlên ku li gundên Çelkê û Hiror çêkirine ku wana bikar bînin. Yên ku dîroka Bakurê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin dibînin ku wargehên sivîl û pêvajoyên ku ji hêla şêniyên sivîl ve di pevçûnên Artêşa Tirk û PKK ê de ji sala 1987 an ve hatine jiyîn dişibin hev. Yanî, li gorî mînaka Kêste, em dikarin çend mijaran zelal bikin.

Sûça Gundê Kêste çi ye?

PKK ji sala 1985 de vir ve li derdorê gundê Kêste tê û diçe. Heta Mehsûm Qorqmaz jî nanê gundê Kêste xwarî ye. Gundiyên Kêste tu carî gerîlayên PKK ê ji gundên xwe ne qewitandine û nebaşî li gel wana nekirî ye. Bi kultûrê mêvandarîyê ew hewandine. Lê belê PKK ê beramberî vê mêhvandarî yê, rêz li niştecîyên gund negirtin. PKK rabû nefeqe li der û dora gund kolan û şêniyên gund weke mertalên zindî bikar anîn.

Gundê Kêste jî ne bûyerek lokale. Ji sala 1984 ê ve, 4000 gund ji ber pevçûnên PKK û Artêşa Tirk hatine vala kirin û şewitandin. Gelo çima ev gund têne vala kirin? Bi rastî, rewşenbîrên başûrê Kurdistanê, ku li bersiva vê pirsê digerin, hewce ne ku dîroka Bakurê Kurdistanê ya piştî salên 84 ê ji nêz ve bixwînin û vekolîn bikin. Ger em pîçekî li bakûr binêrin, dê çend encamên girîng dest xwe ve bînîn.

Lêrastanîna valakirina gundên Bakurê Kurdistanê

Di dema şerê navbera PKK û Artêşa tirk de, dewletê ji 1984 an ve dest bi valakirina gundan kir. Lêbelê, valakirina gund a herî zêde di 1994 de pêk hat. Li gorî daneyên fermî, li Tirkiyeyê di navbera 1994 û 1997 an de nêzîkê 4500 gund hatine vala kirin. 3 mîlyon Kurd koçî bajaran bûn.

Ev pêvajo ji xwe ber xwe ve pêşneket. Di 1992 an de veqetandina başûrê Kurdistanê ji Iraqê bi xeta ku tê gotin 36. Dewleta Tirk wek hemî dagirkeran nîgeran kir. Ji ber ku rewşa rewa ya li başûrê Kurdistanê ji bo hemî Kurdan bûye çavkanîyek. Bi taybetî li Botan û devra Colemêrgê, jiber ku sînorê Başûrê Kurdistanê ye, gelê van deveran hest bi bayê azadiyê yê li Başûr diherîkî kir. Di pîrozbahiyên Newroza 92 an de, radîkalîzma gel hêza xwe ya moral ji Kurdistana Başûr wergirti bû.

Bi geşedanên li Başûrê Kurdistanê re, dewleta tirk pêşî biryara valakirina xeta sînor da û di 1994 an de gav bi gav dest bi valakirina gundan kir. Lê ev ne projeyek yek alî ango tenê ya dewletê bû. PKK jî piştgirî da vê bernameya gund valakirina dewletê. Ji ber ku valakirina gundan di berjewendîya PKK ê de jî bû. Belê, her du aliyan jî ji valakirina gundên ve sûd werdigirin? Bi çi awayî?

Valakirina gundên Kurdistanê tê wateya hilweşîna nasnameyê

Polîtîkaya dewleta Tirk a ya Kurdistan bê Kurd kirinê ev sed sal e didome. Di her rewşê de, tunekirina Kurdan berjewendî yê Tirkan da dibe. Bi taybetî valakirina gundan pirr mifa jê tê wergirtin. Ji ber ku gund, bi rastî qarakterê bajêr in. Nasnameya çandî û jiyana aborî ya bajarên bi hebûna gundan ve zîndîtire. Pêdiviya her bajarî bi gundewarî heye. Ji bo vê yekê, dema ku tu bixwezî bi nasnameya bajarekê bilîzî, pêwîste tu ewilî nasnama gundîyatî têk bibî. Ev ji hêla hişmendiya dagirkeriyê ye.

Gel koçberî bajarên mezin bûn, bêkar man, xwedîkirina ajala nema, çandinî nema, mirov bi karê destan li bajaran bîyanî weke karke mehkûmê jîyanê hatin kirin. asîmîlasyonek bi her awayî li ser van koçberan hate meşandin. Birçî bûn, têhnî bûn û dinava rezaletekî mezin da hatin hiştin.  Zarokên ku dayik û babên wan Tirkî nedizanîn îro zarokên wa Kurdî nizanin. Zimanê Kurdî li kolanên gundê wêran, hate hiştin. Ango, dewleta Tirk bi gund vala kirinê ve ruh, hest, hişmendî  û zimanê Kurdî jî dagirkir. Ma PKK ji vê sûd werdigire?

PKK ê gundan kirin armanc?

Helwesta PKK ê piştî ku kete qada Botanê ew bû ku gelê deverê bike beşek ji vî şerî. Pêşî PKK di nav eşîran de bû sedema pirsgirêkan, hin eşîr ji ber pirsgirêkên eşîrî yên heyî bûn alîgirê dewletê. Bi qanûnek leşkerî ya mecbûrî, li gundan ciwan hatin revandin, êrişî dibistanên gundan kirin û mamoste hatin kuştin. Wekî din, rêkên pêwendî û xeberdanê li gundan qut dikir. Gundî ji ber bandora PKK ê ne di wêrîyan PKK ê rexne bikin jiberku ew di hatin kuştin. PKK her ku roj di çû zêdetir li gundan bicîh di bû. Dema ku dewletê sala 1992 êrîş birin ser gundan, PKK ê ji dewletê re hincetên baş ava kirin. PKK ê her gav ji gundan êrîşî qereqolên Tirka dikirin û payre dewletê jî êrişî gundîyan dikir.

Bihara 1994 an, dewletê û PKK ê dest bi deverên çîyayî kir, ev warê ku bi hezaran sal bû welatê kurdan bû, hate wêran kirin. Botan û Zagros bibû goristanek ku têde cina top dilîstin. PKK jî li ser van koçberan siyaset dikir. Zarokên koçberan ji bêhêvîtî û bêkarîyê tevlî PKK ê bûn. Ne PKK û ne jî dewletê dixwest ku gel bi rihetî vegere ser gundên xwe.

Mînak,  niha 8000 kes ji kesên ku gund vala vala bûne, li kampa Mexmûrê dimînin, di deste PKK ê da mane. Bi rastî mercên wan hebû ku di 2004 an de vegerin bakûr. Wekî din, dê tezmînat ji kesên ku di encama peymana bi Yekîtiya Ewropî re vegeriyane gundên xwe re hatiba dayîn. Lêbelê, PKK vegera gundan li gorî berjewendiyên xwe nedît û ew mehkumî jîyana wargeha Mexmûrê kirin. Ji ber vê yeke jî, PKK rant û propaganda ya siyasî li ser yên ku di wargeha Mexmûr dimînin tê meşandin. Bi rastî ji nîvî zêdetir niştecîyên Mexmûr çûne Tirkiyê û pirsgirêka nasnameyên xwe çareser kirine. Gelek ciwanan jî çûne leşkeri ji artêşa Tirk re kirine û vegerîya ne Mexmûr. Evro jî, rojane qunsilxana Tirk ya hewlêrê tişî niştecîyên Mexmûrê ne.

Bi kurtî, siyaseta PKK û Atêşa tirkîya li Bakurê Kurdistanê di 1994 an de niha xwe li başûrê Kurdistanê nîşan dide. Gund dîsa têne vala kirin. Li van gundan mal, rez û pezê gundîyan telef û wêran dibe. Gundî mecbur dibin werin bajêra û bêkar û bêmal bimînin. Ciwanên ku bi gelemperî li wî gundî karê wan hebe dê bêkar bimînin. Piştra, PKK dê propoganda bike ka çima ciwanên Kurdistanê bêkar in û hewl dide ku li ser van ciwanên bêkar xwe rêxistin bike.

Kurdên Bakur pir baş vê şanoyê dizanin. Bakûrî yan dît ku PKK gel wekî mertalê zindî ew bikar anîn û sîyaseta wan êş û azarên milletî zêde kirin. vêca Pêwsîte gele Başûr vê tecruba Bakur baş bixwîne û baş bibine. Berîya ku Başûr jî bibe Bakûr.

Pustên heman beş