Aşîta berfê bi ser wan de hat û 7 kes mirin

Aşîta berfê bi ser wan de hat û 7 kes mirin

Li başûrê Fransayê di vê baharê de li du ciyan aşîta berfê bi ser însanan de ket û di encamê de 7 kes mirin. Li gor ragihandina parêzgerê bajêr; li bajarê Valloire di wextê sibê de aşîta berfê bi ser xelkê de ket û di encamê de 4 kes mirin û kesekî birîndar bû.

Nêzî bajarê Peisey-Nancroixê li devera çiya siet li dora 14.00 an aşîka berfê car din bi ser xelkê de ket û di encamê de 3 kes mirin. Di lêgerîna bin aşîta berfê de cenazeyê 3 kesan hat dîtin lê dibe di bin aşîtê berfê de zêde kes mabin. Xebata rizgarkirina mirovan dewam dike.

Lêpirsîna di derbarê mijarê de dewam dike.

Pustên heman beş