Teqîn li ber dibistana keçan li Kabul; 30 kes hatin kuştin

Teqîn li ber dibistana keçan li Kabul; 30 kes hatin kuştin

Wezareta Karên Navxweyî  ya Afganistanê teqîna li herêma 13emîn a li ber dibistana keçan a li rojavayê Kabulê piştrast kir.

Berdevkê wezaretê, Tariq Arian, got 30 kes di peqînê de hatin kuştin û 52 birîndar bûn. Wî got ihtimala guhartina hejmara mirî û birîndaran heye.

Wezareta Tenduristiyê ya Afganistanê hejmara birîndaran 74  kes dan diyar kirin.

Li gorî birêz Arian, teqîn li gorî demjimêra herêmî  4:30 sibehê li nêzê dibistana Seyed al-Shohada li Shahrak-e-Etefaq li devera Dasht-e-Barchi pêk hat.

Pustên heman beş