Amerîka: Rola “Dijeterora YNKê” di kuştina Qasim Suleymanî de sereke bû
Kuştina her yêk ji Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Quds a Îranê û Ebo Mehdî Muhendis cêhgirê desteya birêvebir a Heşda Şabî careke din gerim û gor bû, lê belê ev car Amerîkayê hinek nihênî eşkere kirine û dibêje: Rola Dijeterora Yekêtîya Nîştîmanî a Kurdistanê (YNKê) di kuştina Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis de sereke bû.
Malpera Yahoo News a Amerîkî, raporeke li ser operasyona kuştina Suleymanî û Muhendis parvekirîye û têde hûrgilîyên herî xeter eşkere kirine û amaje bi rola Dijeterora YNKê di wê operasyonê de dikin.
Di raporê de hatîye, 3 tîmên teybetên Amerîkî ku bi hêzên “Delta” tên nas kirin di operasyonê de beşdar bûn, çend endamên xwe wek karmendên balafirxanê nîşan dabûn û hin jî li cihên nêzî kolana ku Qasim Suleymanî lê hatîye kuştin xwe bi cih kirbûn.
Li gor malpera “Yahoo“, şeva operasyonê sar bû û asman jî ewr bû û aliyê başûr-rojhilatê balefirxanê di demeke kurt de ji bo çalakiyên leşkirî hat girtin – an wiha hikûmeta Îraqê hat agahdar kirin.
Hat ragihandin, 3 tîmên nîşanvanan 600 heya 900 yardan ji “Herêma Kuştinê” ango rêya balefirxanê hatine bi cih kirin û sêgoşeyek ji bo armanca wî hat amade kirin, dema ji balefirxanê derket, yek ji nîşanvanan bi dûrbûna çavdêriyê a kamera, rasterast dîmen ji balyozxaneya Amerîka a li Bexdayê re vedguhestin ku fermandarê hêzên Delta Grownidê bi ekîba piştevaniyê re li wir bû.
Di raporê de hate dest nîşan kirin, hêzên Delta ne tenê bû, belku endamekî Dijeterora bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) bi (CiTG) ku girêdayî YNKê ye hevkarî bi wan re kirîye.
Her wiha eşkere kir, dema Qasim Suleymanî ji Sûriyê gihîştîye Îraqê û li balefirxaneya Bexdayê daketî, endamên Dijeterorê xwe wek karmendên veguhestina çenteyan nîşan dane û ji nêz ve hebûna Suleymanî piştrast kirine.
Wê malperê li ser zarê berpirsekî Amerîkî eşkere kirîye, rola Dijetrorê sereke bû, berî bûyerê amadekariyên hûr kirine, ji bo vî karî, pêwîstîya wan bi pilana gelekî hûr a şandina leşker û şarezayên leşkerî hebû.
Malpera Yahoo diyar kir, dema her du otomobîl derbasî cihê kuştinê bûn, balefirên diron li wan otomobîlan reşandine û du roketên ji cureya “Hellfire” li otomobîla Suleymanî ketin û ew wêran kir .
Qasim Suleymanî û alîkarê serokê giştî yê Heşda Şabî Ebo Mehdî Muhendis li roja 3/1/2020 bi l nêzî balefirxaneya Bexdayê hatin kuştin.
Artêşa Amerîka û rêveberîya serokê Amerîka yê berê Donald Trump jî ew yek wek serkeftineke ewlehiyê hesband.