Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên çekdarên PKKê li navçeya Zapê a Başûrê Kurdistanê hedef kir, dû çekdarên rêxistinê can da.
Îro roja yekşemî 16/5/2020an, balafirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê di teqîba PKKê de, navçeya Zapê a Başûrê Kurdistanê hedef kir, êrîş di çarçûveya operasyona Tirkiyê ya bi navê Birûsik hatîye encam dayîn.
Li gorî agahiyên ku wezareta berevaniyê a Tirkiyê parve kirine, di êrîşê de, dû çekdarên rêxistina PKKê hatine hedef kirin.
Ev êrîş li demekê tê, artêşa Tirkiyê eşkere kir ku li rojên rabûrî 7 eskerên wan di êrîşên PKKê de hatine kuştin.