Bi Vîdeo: Karaylan li ser xeriteyê cihên gerîla li başûr ji Tirkiyê re eşkere kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karaylan duh roja şemî 15/5/2021 beşdarî civîna “Komxebata Helwesta Netewî” bû û têde bas li operasyona Tirkiyê bo ser wan navçeyên Başûrê Kurdistanê kir ku PKKe têde hene.

Mûrat Karaylan weke her car ev êrîş bi komployek navnetewî da nasandin û ragihand ku ev êrîş bê hêzên navdewletî pêk nayên.

Karaylan da xuya kirin ku çekdarên PKKê 20 rojin li ber xwe didin. Lê belê bi ti awa bas li destkeftên wê “berxwedanê” nekir, bas li wan cihan jî nekir ku di dema van 20 rojan de PKKê bi dest Tirkiyê ve berdane û paşde vekişyaye, her wisa bas li ti yek ji tepeyên ku dayîne dest Tirkiyê jî nekir ku wan careke didin karîbe wê tepeyê ji Tirkiyê bi şer bistîne.

Karaylan bas li herêmên şer lê hey kir û li ser xerîteyê ew herêm destnîşankirin, wî bas li herêma Metîna, Zap û Ava Şîn kir û cihên PKKe têde hey bi awayek rûn û eşkere dan berçavên her kesî, ev kar ji boy kesekî ku beşeke mezin ji jiyana xwe di qadên şer de derbas kiribe tiştek pir bi kêmasiye, jiberku ev yek dibe pêdana agahiyan bi dujmin û eşkere kirina nuqteyên çekdarên xwe ji dujmin re, bi vê yekê li şûna dujmin bi diron û balafir û sîxuran bixwaze van agahiyan bi dest bxe karaylan li ser sêniya zêr pêşkêşî wan kirin.

Xerîteya Mûrat Karaylan û wêneyên mobaylên ciwanên başûr

Karaylan bas li cihên ku niha şer têde hey kir û ragihand ev dema 20 rojane dewleta Tirkiyê dixwaze pêşde were lê nikare, wî bas li wan tepeyan kir ku niha şer têde lê belê bi t awa bas li Tepê Dêrsim, Tepê Şehîd Çiya, Tepê Dêrsim, Tepê Biyê, Tepê Lezgîn, Tepê Şehîdan, Çeperê Şêxa, Tepê Sor, Girê Şehîd Cahîd, Girê Helîkopter û bi sedin gir û cihên din nekir ku her yek ji wan bi navê yek ji gerîlayên canê xwe ji dest dayî nav kirine.

Ev yek di demekî de ye ku pêş niha hin ciwanên başûr ji aliyê PKKê ve li ser wênegirtina xwezayê yan jî ketine çiyayên ku PKKe bi navçeyên eskerî bi nav dike hatine girtin û hin ji wan kuştine û bê rûmetî bi hin din ji wan kirîne. Ciwanê herî dawî bi vê yekê hatye tawanbarkirin û piştre hatye kuştin Cotyar Mushin ê xelkê gundê Siyarê bû ku PKKê ew bi sûça danîna amûrên GPS desteser kirbû.

Pustên heman beş