Baroya Diyarbekirê li gel Komeleya Mafên Mirovana Mêrsînê, Komeleya Hiqûqnasan şaxê Mêrsînê û şaxê Mazlumderê Edenê rapora derbarê hurgiliyên êrîşa ser malbata Hewlêrî li bajarê Mêrsînê bi daxuyaniyeke rojnamevanî eşkere kir.
Di raporê de tê gotin ku malbata kurd rastî tawana nefretê hatiye û li gor beyana Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî midurê emniyata navçeya Anamûra Mêrsînê bûyer wekî ‘bûyereke tirafîkê’ nîşan daye.
Derbarê bûyerê de li ser îfadeya mexdûr Muştaq Mehmûd kerem ku di êrîşê de birîndar bûbû, hat eşkerekirin: “kesê ku gilî kiriye, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku bi keviran li hêla paşa serê wî hatiye lêdan, piştî ku li erdê ketiye, bi baryeran ve girtiye, êrîşkaran xwestine wî bavêjin kendalê, ji ber ku Tirkî zêde nizane û hişê wî çûye, ji gef û sivkatiyên ku lê hatine kirin, tenê gotinên ‘ev der axa Anatolyaye, ev der Tirkiyeye, tu li axa me çi dikî’ fêm kiriye.”
Di beşeke raporê de li ser îfadeyên şahidan tê gotin, mexdûr Muştaq Mehmûd û 3 zarokên xwe di dema di otomobîla xwe de diçûn pêşya wan ji aliyê wan kesên êrîş kirine ve hatiye girtin; bi keviran li serê wan dane, hatine kaşkaşkirin, xwestine ji kendal ve wer bikin û piştî ku ketina zena mirina wî jî terka cihê bûyerê dane.
Li gorî şahidê bûyerê daye xuyakirin, bi sedema ku kurd yan jî Erebin heqaret li wan hatye kirin û her wiha ligel ku cihê bûyerê herêma cendermeye jî Midurê Emniyeta Anamûrê derveyî erka xwe tevgeriyaye û bi polîsên xwe destwerdana bûyerê kiriye ku hevdîtinên bêyî beşdariya parêzeran hatine kirin.
Herwiha di raporê de tê eşkerekirin ku Midurê Emniyetê ji heyeta Baroya Diyarbekirê re gotiye, bûyereke tirafîkêya bi ziyana madîye û wê dozgerî tawanê diyar bike ku îfadeya şahid jî îtbar lê nayê kirin.
Encam û tesbîtên rapora Baroya Diyarbekirê
– Mexdûr rastî gotinên nijadperestî û êrîşa fîzîkî hatine.
– Mexdûr ji ber ku ji Herêma Kurdistanê û kurd bûne rastî sûcê nefretê hatine.
– Divê derbarê Midurê Eminyeta Anamurê, Qaymeqam û berpirsên emnî de lêpirsîn bê destpêkirin ku tevî ne di erkê wan de bûye, hewl dane li gel malbatê baxivin û araste bikin.
– Divê madeya 122ya yasaya cezaya Tirkiyê bê guhertin û têkildarî heqaret û gefên li dijî nasnameyên ciyawaz yasayek bê amadekirin.
– Divê Tirkiye bi rêk û pêk pabendî hemû wan rêkeftinên navxwe û navdewletî bibe ku îmze kirine û daraz û îdare pabendî wan xalan bibin ku hatine destnîşankirin