Endamekê komîta navendîya PKKê hat kuştin

Endamekê komîta navendîya PKKê hat kuştin

Nûredîn Sofî, endamê komîteya navendîya PKK û endamê kunseya Hêzên Parastina Gel HPGê, di êrîşeke sipayê Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê hat kuştin, Tirkiyê kuştina wî ragihand û PKKe bêdenge.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna kabîneyê xwe di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand, wan berpirsê PKK’ê Nûredîn Sofî di operasyonekê de li bakurê Iraqê kuşt.

Erdogan, Nûredîn Sofî bi kuştina 13 dîlên Tirkiyê li Garê û êrîşên li dijî leşkerên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hatin kirin tometbar dike.

Li gor medyaya Tirkiyê, Endamê Komîteya navendî ya PKKê û endamê konseya Leşkerî ya HPGê Xelef Mihemedê (Nûredîn Sofî) ku Wezaret Navxweyî û Interpolê bi bultena sor lê digeriyan, 8ê gulanê bi operasyona hevbeş a MÎT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hatiye kuştin.

Diyar kir jî, Nûredîn Sofî di salên 2015-2020ê de Berpirsê Giştî yê YPGê bû.

Hêj PKK’ê derbarê nûçeya kuştina Nûredîn Sofî de ti daxuyaniyek nedaye.

Pustên heman beş