Jiberku rêveberiya xweser 4 qat nirxa sotemeniyê zêdekir li Rojava Xwepêşandan hatin kirin

Jiberku rêveberiya xweser 4 qat nirxa sotemeniyê zêdekir li Rojava Xwepêşandan hatin kirin

Li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdekirina nirxê sotemeniyê ji aliyê rêveberya xweser ve, şêniyên bajêr derketin qadan û ji bo vegerandina wê biryarê xwepêşandan li dar xistin.

Rêveberiya xweser duh bi biryarekê nirxa sotemeniyê blind kir, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnêyên xelkê li dû xwe anî û îro hejmarek ji welatiyan derketin xwepêşandanê û nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê nîşan dan.

Xwepêşanderan berê xwe dan şaredariya Qamişlo û daxwaz kirin biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê were hilweşandin.

Xwepêşander dibêjn, heta rêveberiya xweser ji vê biryarê pûşman nebe ew dê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Her weha xwepêsander dibêjin, piştî mehekê ji biryara qedexeya giştîya çûn û hatinê ya bi sedema Koronayê, nemana kar û têkçûna rewşa aborîya xelkê, rêveberiya xweser nirxa sotemeniyê 4 qatan zêde kir. Ev biryar ne di cihê xwe deye û divê were hilweşandin, eger ev biryar neyê hilweşandin, dê xelkê li welat maye jî, dê koçber bibe.

Pustên heman beş