Doh 17ê Gulanê Receb Teyîp Erdogan di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihandibû ku fermandarê PKKê yê bi navê Nuredîn Sofî, di operasyoneke îstixbarat û artêşa Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.
Îro jî PKKê daxuyaniyek weşand û têde gotinên Erdogan û kuştina fermandarê xwe bi destê Tirkiyê redkir, HPG ê di daxuyaniya xwe de ragihand, ti rastiya wan nûçeyên di van demên dawî de li ser hêzên wan û qedemeyên fermandariya wan têne belavkirin nîye.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyêya Hêzên Parastina Gel (HPG) de, daxuyaniya Erdogan a derbarê kuştina Nuredîn Sofî de tê redkirin û tê gotin, li hember têkoşîna wan “bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serkeftinên sexte ji xwe re çêbike.”