Qasim Şeşo: Hikûmeta Îraqê mûçe dide PKKê û daxwaza derketina wa jî dike!

Qasim Şeşo: Hikûmeta Îraqê mûçe dide PKKê û daxwaza derketina wa jî dike!

Fermandarê hêzên pêşmerge li Şingalê ragihand, PKKe heya niha di nava Şingalê de maye û ne bi tenê kêm nebûne belku hejmara çekdarên wan zêdetir bûye, hikûmeta Îraqê jî sedemeke ji boy derneketina PKKê ji Şingalê, jiberku ji aliyekê mûçe bi wan dide û ji aliyek din ji wan dixwaze ji Şingalê derkevin.

Qasim Şeşo ragihand, heya niha rewşa Şingalê bi xerabî maye û xerabtir jî bûye, ji ber xerabiya rewşê jî gel nikare vegere, jiberku PKKe ne amadeye ji ber berjewendiyên xwe ên hizbî şengalê biterkîne, tevî vê yekê hikûmeta Îraqê jî ne cidî ye di derkirina wan de û mûçe bi çekdarên wan ên li Şingalê dide.

Şeşo ragihand, hikûmeta Îraqê ji aliyekî daxwaza derketina çekdarên PKKê ji Şingalê dike û ji aliyek din mûçe bi wan dide, ew rast nabêjin, jiberku ger bixwazin PKKe ji Şingalê derkeve bi hêsanî dikarin wan ji Şingalê derbikin, bê guman PKKe jî bi gefxwarina nebe naderkeve, hikûmeta Îraqê bi tenê bi gotin daxwaza deketina wan dike.

Her weha ev fermandarê pêşmerge dibêje, heya niha Bexda mehane mûçeyê zêdetirî 1000 çekdarên PKKê ku dibe nîv milyon Dînar dide, ev di demekî de ye ku piraniya wan çekdarên mûçe ji Bexda distînin ne xelkê Şingalê ne.

Pustên heman beş