PKKe zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tivenga xwe dibîne

PKKe zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tivenga xwe dibîne

Rêxistina PKKê îro mirina dû çekdarên xwe ragihand, yêk jê hêjan di temena zaroktiyê de ye, ev rêxistina ku zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tivenga xwe dibîne, ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina ciwan û zarokên Kurdan dike.

HPGê baskê leşkirî yê PKKê, îro roja çarşemî 19/5/2021an, nûçeya can dana dû Gerîlayan ragihand ku li sala rabûrî di êrîşên dewleta Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê hatine hedef kirin, tevî ku salek li ser bûyerê derbasbûye, lê belê ji nûve hatîye di bêje em wan bi rêzdarî li bîr tînîn.

Herdû Gerîla bi navê Dîdem Demîr û Şenol Taştan tên nas kirin, Dîdem hêjan di temena sinêleyê û zaroktîya xwe de ye.

Rêxistina PKKê weke hertim nav û agahiyên tam li ser wan Gerîlayan eşkere kirine, lê belê tu tiştek li derbarê temena wan nego, ji bo ku tewana revandina zarokan li ser tesbît nebe.

Hêjay gotinê ye, yê ku medya PKKê di şopîne bi teybet ajansa ANF ê û li beşa arşîfa nûçeyan, wê bi zelalî xweya be kanê PKKe çend ciwan û zarokên Kurdan bi destê eskerê Tirk û li pênavê demokratîk kirina Tirkiyê bi kuştin dane, di ANF ê de, her di navbera dû roj heya sê rojan de, wêne û daxuyaniyên HPGê yên can dana Gerîlayan tên dîtin.

Pustên heman beş