Balefirên cengê roket li Avaşîn barandin

Balefirên cengê roket li Avaşîn barandin

Balefirên dewleta Tirkiyê îro careke din bi sedema PKKê êrîşa Başûrê Kurdistanê kir, hejmareka roketan li Avaşîn û Basyan barandin.

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê îro roja çarşemî 19/5/2021an daxuyanî da û eşkere kir, balefirên cengê liv û tevgerên PKKê li navçeyên Avaşîn û Basyan yên Başûrê Kurdistanê hedef kirin.

Dest nîşan kir, di êrîşan de 3 çekdarên rêxistinê hatine armanc girtin.

Li gorî daxuyanîya wezareta berevaniyê ya Tirkiyê, hejmara çekdarên PKKê ku heya roja me ya îro di operasyona Birûsk de li Başûrê Kurdistanê hatine armanc girtin, gihîşt, 116 çekdaran.

Pustên heman beş