Vîdiyo- Dîmenên armanc girtina endamê komîta navendîya PKKê Nûredîn Sofî
Dewleta Tirkiyê dîmenên armanc girtina endamê komîta navendîya PKKê Nûredîn Sofî belav kirin piştî ku duh PKKê red kirî ku hatibe kuştin.
Wezareta berevaniyê ya tirkyê dîmenên armanc girtina Nûredîn Sofî endamê komîta navendîya rêxistina PKKê û endamê konseya HPGê belav kirin.
Di wan dîmenan de xweya dibe ku balefirên cengê şikeftekê bombebaran dikin û Tirkiyê ragihandîye ku Nûredîn Sofî têde cî digirt.
Paş ku Receb Tayip Ardogan serokê Tirkiyê bera dû rojan nûçeya kuştina Sofî îlan kirî, rêxistina PKKê duh Ardogan derewand û got ku Sofî saxe û nehatîye armanc girtin, lê belê tu delîl ji boy mana Sofî di jiyanê de neragihandin, Tirkiyê jî dîmenên armanc girtina wî parvekirine.