Eve dibe nivîsa min ya siyê ku li ser Lozana di sala 2023ê da dê tixûb û sînorên dewletan ji nûve bêne kêşandin, dinvîsînim.
Li gor min ev mijarek gelek giringe ku divê partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em Kurd û Kurdistanî ne, ranewestin û di heqê wê de binvîsînin, simînar û panelan amade bikin da ku wek milet em li hember Lozana nû şiyar bin, agahdar bin da ku em bikaribin mafê xwe yên rewa bi dest bixin…
Divê em baş bifikirin û bibînin ka dagîrkerên me di çi demê da haziriya vê Lozana nû kirine û dikin. Lê em hêşta jî şiyar nebûne, loma jî partî û rêxistinên me di heqê vê da bêdengin.
Bêdengiya wan, li gor min, demê ji lozana nû re çend roj bimîne, wê xilas bibe ku wî demî jî dê her tişt qediya be.
Partî û rêxistinên me dê lepan li çokên xwe bidin, lê hîngê êdî çi mifa têda nîne. Ji ber ku heta wê demê dagîrkerên me, bi çalakiyên xwe, bi bertîlên xwe, bi quwet û hêza gel û nokerên xwe wê çi lîstkan bikin, ji niha da diyare, lê em hêşta jî tênegihiştine wê baweriyê.
Dagîrkerên me PKKe ji bona çi derxistin? Bi pere û çekên xwe çima ew bi hêz kirin?
Di dema derxistina PKKê da dibe ku gelek kurdan ageh ji xwe nebûbe. Ji ber ku dijminê me bê ku haya me jê hebe em xistibûn nava agrekî ku her roj em û welatê me dişewitandin. Her me jî berxwe dida da ku ji nava vî agirê derkevin, loma em li rêyên xilasiyê digeriyan.
Ew rêyên xilasiyê jî, wê demê bi saya şerê PKKê ku, bi dest û alîkariya dagîrkerên me hatbû damezrandin, nîşa me dan. PKKe bi siloganên/dirûşmên weha mezin derketin ango derxistin ku hema bêjin her kesan jê bawer kirin. Ji ber vê gelek kurdan bi mal û canê xwe alîkariya wê kirin.
Lê PKKe bi plan û proje bû. Armanc û hedefa wê ew bû ku di Lozana nû da wek nûnerê kurdan beşdarî wê civînê bikin û bêjin: :”em cûdabûnê naxwazin, em û tirk wek du bran dikarin li hev bikin. Ev problema me û ya tirkane ku divê em bi xwe vê çare bikin, loma em mudaxeleyên ku ji derve dihên qebûl nakin”.
Loma Tirkan ji salên 70yê haziriya Lozana nû kirin û xwestin weka Lozana yekem li ser navê kurdan ku tiştekî naxwazin, bi devê kurdên ku nûnertiyan kurdan dikin(!), bidin gotinê.
Mesela derxistina PKKê û bi daxwazên mezn birin serê çiyan û bi wan şer destpêkirin ku Kurd bawerî pê bînin û piştgiriya wê bikin, ev bû. Heta ku PKKe bû desthilat, kurdên bakurê Kurdistanê xesandin, cografiya Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê têk birin. Dû ra jî got em dewletê naxwazin. Xwestina dewletê xwestekeka paşverû ye.
Ev daxwaz piştî salên 2000an ku Evdila Ocelan li mala xwe, li xwedî û xalanên xwe vegeriya, destpêkir. Hêdî hêdî bi endam û teraftarên xwe da qebûlkirinê.
Dewleta dagîrker bi vê xwestin; wê PKKe ya ku dewleta kurdî naxwaze û desthilata Kurdan û Kurdistanê ye, di Lozana duyem da bikin nûnerên kurdan û li ser devê wan dê daxwazên xwe bidin qebûlkirinê.
Dagîrkerên me tim plan û projeyên xwe ji bona demên dûr û dirêj datînin da ku bikaribin bi serkevin. Lê em kurd nikarin dûr û dirêj bifkirin loma jî me tim wenda kirî ye.
Lê vê carê em di Lozana nû da ku dê di sala 2023ê da pêk bê, wenda nakin, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hikûmetek me ya bi dengê gelê xwe hatiye hilbijartin heye. Aqilmendê me wek Rêzdar Serok Mesûd Barzanî heye. Dîplomatên me wek Rêzdar Nêçîrvan Barzanî û Serowezîrekê me yê ku li gor daxwaza gelê xwe tevdigere hene.
Bi hebûn, danûstandinên wan yên navneteweyî em dê ji Lozana duyem wek kurd bi qazanca dewletek serbixwe derkevin.
Niha berjewendiya me û dewletên mezin bûye yek. Loma plan û projeyên dewletên mezin yên cîhanê û tevgerên me, bi saya berjewendiyên guncaw em dê li Başûrê Kurdistanê qazanc bikin û dewleta xwe ya serbixwe ragihînin…
Dagîrker û PKKe wê wenda bikin. Piştî Lozana duyem êdî PKKe jî dê nemîne, ji ber ku kar û erkê wê heta Lozana duyeme.ا