Cemîl Bayik rêveberiya Rojava bi derewker xweya dike!

Cemîl Bayik rêveberiya Rojava bi derewker xweya dike!

Berpirsekî PKKê dibêje, “bi hezaran” çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hene.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji medyaya PKKê re gotiye, li ba PKKê ti ferqek di navbera Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de nîne ji ber wê jî bi hezaran gerîlayên wan li Rojava şer dikin.

Gotinên Cemîl Bayik berovajî gotin û daxuyaniyên rêveberiya Rojava ye ku dibêje ti pêwendiyeka wan bi PKKê re nîne û ti çekdarekî PKKê jî li Rojava nîne. Gotinên Cemîl Bayik tohmetên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê piştrast dike.

Cemîl Bayik her wiha gotiye, Apo û PKK wek nirxekê di nav dil û hinavê xelkê Rojavayê Kurdistanê de cîh girtine û dê heta hetayî bimîne. Ji xwe li Dêrikê heta Helebê, xelkê Rojava nîşan didin ku çend girêdayî Apo ne.

Ev gotinên Cemîl Bayik rêveberiya Rojava dixe tengasiyê li hember Tirkiyê. Ji ber ku rêveberiya Rojava, her gava ku Tirkiye dibêje YPG heman PKK ye, wê yekê re dike û dibêje, ti pêwendiya me bi PKKê re nîne.

Pustên heman beş