Tirkiye bi balafirên xwe peyamekê bi zimanê Kurdî û Tirkî ji gerîlayên PKKê re dişîne!

Tirkiye bi balafirên xwe peyamekê bi zimanê Kurdî û Tirkî ji gerîlayên PKKê re dişîne!

Li sînorê Kanî Masê û Sîriyê-Şêladizê li Başûrê Kurdistanê, balafirên Tirkiyê bi rêya hewayî peyamekî bi zimanê Tirkî û Kurdî ji gerîlayên PKKê re dişînin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncişemî 20/5/2021an, hinek rûpel ku bi zimanê Kurmancî û Tirkî li ser hatiye nivîsandin li sînorê Kanî Masê û Sîriyê-Şêladizê li Başûrê Kurdistanê hatine dîtin ku wisa xweya dibe ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibin avêtin daku gerîlayên PKKê wan rûpelan bibînin û peyama tirkiyê bizanibin.

Di van rûpelan de, Tirkiye daxwazê ji gerîlayên PKKê dike ku xwe şiyar bikin û li jiyana xwe û fermandarên xwe binêrin ku bi ti awa ew xweş û baş dijîn û gerîla jî di zehmetiyan de jiyan dikin, Tirkiye daxwazê ji gerîlayan dike ku teslîm bibin û xwe bispêrin dadê, daku bikarin bi xweşî bi malbatên xwe re jiyan bikin.

Nivîsa Tirkiyê bi vî awa ye:

* Ma êdî ji ên ku bi salane te dixapînin û destek wan di hingivîn destek wan di runê de ne re dema gotina “raweste/bisekine” nehat?

* Nebin pêlistoka xayînên ku we nafkirin.

* Ne qedera we ye ku hûn di şikeftan de di bin şert û mercên ne mirovane yên ku li we hatine ferizkirin de bijîn.

* Tu hîn di bihara jiyana xwe de yî, te hîn tiştek wenda nekiriye.

* Ên ku gihiştin malbatên xwe niha bi dilşadî jiyana xwe didomînin, wan mînak bigre.

* Di jiyana we ya ji vir sûnda bi malbat û hezkiriyên we re jiyanek dirêj di dest we de ye.

* Cihê tirsa mirinê, tunebûnê û belingaziyê jiyanek bi aram û ewledar tercîh bikin.

* Di xeletiyê de israr nekin! Berî ku ji bo we dereng nebe werin teslîmê dadê bibin! Dewleta me hergav dilzîz û dilovan e.

Pustên heman beş