Li nêzî bajarê Duhokê du wesayitên PKKê hatin hedefkirin

Li nêzî bajarê Duhokê du wesayitên PKKê hatin hedefkirin

Balafirên ceng yên dewleta Tirkyê îro li gundê Duliya yê ser bi Mangêşkê ve du tirombêlên çekdarên PKKê hedef kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî di saet 10:15ê şevê de, balafirên dewleta Tirkiyê du tirombêlên çekdarên PKKê ji corê Toyota Land Cruiser û Toyota Hilux pîkab li gundê Dulê ê nêzî bajarokê Mangêş ser bi parêzgeha Duhokê ve hedef kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha eşkere kirin, tevî îmha kirina tirombêlên çekdarên PKKê lê heya niha nayê zanîn zirarên can çi qasin.

Pustên heman beş