Balafiran li 2 gundên Çemankê PKKe bordoman kir

Balafiran li 2 gundên Çemankê PKKe bordoman kir

Êrişên dewleta Tirkiyê li ser PKKê li Başûrê Kurdistanê berdewamin, îro jî li du gundên Çemankê liv û tevgerên rêxistinê hatine armanc girtin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûr Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 2021/5/21 balafirên ceng yên dewilta Tirkiyê, 3 caran êrîşî PKKê kirîye, êrîş li navçeya Çemankê ya sînorê Duhokê hatine encam dayîn û bi vî awayî:

Êrîşa yekem:

Li saet 12:10 nîvrojê, balafiran xalên PKKê  li devera nizarê geliyê Sîdera li aqarê gundê (Sîdera- navçeya Çemankê – Devera Gare) bordoman kirine û yek roket lêdayne.

Êrîşa duyemîn:

Li saet 12:20 nîvrojê balafirên Tirkiyê xalên PKKê li aqarê gundê (Kareva – navçeya  Çemankê – Devera Gare) bordoman kirine û yek roket lêdayne.

Êrîşa sêyemîn:

Li demjimêr 1:30 paş nîvrojê, balafiran  careke din xalên PKKê li geliyê Sîdera hedef kirin.

Hêjayî  gotinê ye, ev dema çend rojane êrişên dewleta Tirkiyê li ser PKKê li Başûrê Kurdistanê dijwar bûne, li şeva derbasbûyî jî tirumbêlên PKKê li sînorê Duhokê hatin armanc girtin û bi vê sedemê herî kêm 4 gerilayan canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş