Li Amerîkayê, efserekî Pêşmerge li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarî du xulên serbazî yên girîng bû û bawernameya zimanê serbazî û bawernameya serkirdetiya gihandina serbazî bi dest xist, da ku di nav hêzên Pêşmerge de xizmeta Pêşmergeyan û Kurdistanê bike.
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, di çarçoveya pilana meşq û perwerdekirina Pêşmerge ji aliyê hêzên hevpeyman ve ji bo nehîştina terorê, efserekî Pêşmerge bi navê Eyûb Hemed Emîn di beşa gihandinê de hat destnîşankirin, da ku beşdarî xulên gihandin û fermandehiya serbazî li Amerîka bibe ku 8 mehan kişand.
Wezaretê Pêşmerge eşkere kir, piştî xelasbûna xulên han, wî efserê Pêşmerge bawernameya zimanê serbazî û bawernameya serkirdetiya gihandina serbazî bi dest xist, da ku di nav hêzên Pêşmerge de xizmeta Pêşmergeyan û Kurdistanê bike.
Herwiha wî efserê Kurd da xuyakirin, di wan her du xulên girîng de li Iraq û Herêma Kurdistanê, tenê ew beşdar bûye, ji bilî wî gelek efserên NATO û Amerîkî beşdar bibûn.