Partîya Demokrata Kurdistana Îranê di ragihandinekê de eşkere kir, dû Pêşmergehên wan bi navê “Simko û Suhrab” di pevçûnê li gel sipayê Pasdaran de şehîd ketine.
Partîya Demokrata Kurdistana Îranê eşkere kir, dû Pêşmergehên wan bi navê Enwer Nesîrî bi kod navê Simko Mehmel û Suhrab Xedîrî di pevçûnekê li gel sipayê Pasdaran yê Rejîma Îranê canê xwe ji dest dane.
Li gorî rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilata Kurdistanê, ev pevçûn li şeva 19 gulanê li nêvbera bajarên Mehabadê û Bokanê li nêzî gundê Qerebilaxê pêkhatîye.
Partîya Demokrata Kurdistana Îranê di ragihandinê de, behsa kuştina hejmareke çekdarên sipayê Pasdaran li cîhê pevçûnê kirine.