Her ku diçe êrîşên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê li dijî liv û tevgerên çekdarên PKKê pêtir dibin û pêtir xaka başûr tê dagîrkirin û pêtir xeterî dikeve ser jiyana şêniyên başûr.
Di vê derbarê de, îro jî dewleta Tirkiyê êrîşê çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û hejmarek roket li tirombêl û xalên wan ên nêzî gundê Hirorê xistin ku bi vê sedemê xeterî ket ser otobîsa xwendkaran.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 22/5/2021an, saet 2yê paş nîvrojê, dewleta Tirkiyê 7 roket arastey çekdarên PKKê li nêzî gundê Hirorê ê devera Berwarî Bala kirine ku yek ji wan roketan li nêzî otobîsa xwendkaran ketiye, a cîhê dilxweşiyê ev bû ku zirar bi ti xwendkarekî neket.
Ev yek di demekî de ye ku duh roja înî jî, dewleta Tirkiyê nêzî gundê Dişêş û Badukê û Hirorê bordoman kirin û zirarek mezin bi aqarê van gundan gihand.