Çi girêdana dagîrkirina başûr bi sala 2023 ê ve heye

Çi girêdana dagîrkirina başûr bi sala 2023 ê ve heye

Nûrî Çelîk

Ev çend rojin dewleta tirk dîsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKe) dike behane û êrîşî xaka başûrê Kurdistanê dike û gav bi gav nêzîkî Duhokê dibe. Ji ber ku PKKe wek rêxistinek terorîstî hatiye pejirandin, dewleta tirk mafê xwe yê hiqûqa navnetewî bi kar tîne û ji ber vê yekê jî çu kes dengê xwe jê ra nake. Hebûna PKKê li başûr û rojava maf, mefer û fersendê dide dewleta tirk ku êrîşî başûr û rojava bike, xakê kurdistanê dagîr bike, tê da asê bimîne û  ji wan deran dernekeve. Armanca ”Mîsaqa Mîlî ” û berifrehkirina xaka Osmanî ji xwe hem armanca dewleta tirike, hem jî armanca PKKê bi xwe ye.

Wek tê zanîn, hukmê peymana Lozanê di 2023ê da xelas dibe. Hukmên ku Kurdistan 100 salin parçe kirbûn ji holê radibin. Piştî rabûna hukmên peymana Lozanê, wê li rojhilata navîn da û bi taybetî jî li ser xaka Kurdistanê peyman û hukmên nû bên sazkirin û hewl tê dan ku rojhilata navîn bi nexşeyek nû bê xemlandin ku Kurdistan jî di nav wê nexşeyê da hebe. Helbet ev yek girêdayî yekêtîya kurdan û girêdayî daxwazên Kurda ye. Heger Kurd hişmend bin û berjewendiyên xwe yên partîtîyê nekin asteng, heger li ser hindek xalên bingehîn tifaqa xwe çêkin û di daxwazên xwe da zelal bin, wê bi alîkarîya hêzên hevpeyman û dewletên wek Emerîka û Firansayê karibin tiştekî bidestxin.  Heger dîsa berjewendiyên xwe yên partîtîyê li pêşîya berjewendîyên Kurdistanê bikin asteng, wê dewletên mezin jî li gor wê yekê hesabê xwe bikin, wê hêvîyên xwe ji kurdan û kurdistanê qut bikin û li gor berjewendiyên xwe bigerin.

Sedemek ji sedemên herî mezn ya êrîşên dewleta tirk ev yeke, ev tirse. Ango, tirsa rabûna hukmên peymana Lozanê û 2023ê ye. Dewleta tirk û hikûmeta wê ji zû da hesabê xwe û amadekarîyên xwe ji bo sala 2023 ê  dike. Ne tenê ew, PKKe jî ji roja roj da ji bo 2023ê li başûr û rojava hatiye bicih kirin û xizmeta heman armanc û tirsê dike. Sedema ku PKKe paradîgmaya entî ” netew-dewletbûnê “, em ” kurd dewletê naxwazin”,” biratî û hevjiyana gelan û demokratîk cûmhûrîyet “ da pêş 2023 û rabûna hukmên peymana Lozanê ye. Di vir da PKKe û dewlet ji bo yek armancê têdikoşn û ew jî eve ku kurd nikaribin piştî 2023ê  bibin xwedîyê statuyek netewî. Sedema ku PKKe nahêle PYDe û ENKSe li hev bên û tifaqek netewî çêkin jî dîsa eve ye.

Bêguman, dewletên wek Emerîka û Firansa jî hesabên piştî 2023ê dikin û dixwazin rojhilata navîn li gor berjewendiyên xwe bineqşînin. Ji ber ku di rojhilata navîn da tenê kurdan nêzîkî xwe û wek dostên xwe dibînin, hesabê xwe li ser wan dikin û dixwazin wan nêzîkî hev bikin, tifaqekê di navbera wan da çêkin.

Sedema ku serokê Firansayê makron, Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend Parîsê jî ev yeke ye. Emerîka û Firansa dixwazin bi navgînî û qasidîya Nêçîrvan Barzanî tifaqa PYD û ENKSê çêkin da ku karibin piştî 2023ê statuyekê ji kurdan ra damezrînin û hetta başûr û rojava bikin yek.

Helbet dewleta tirk vê yekê dibîne û dizane. Ji ber vê, piştî çûna Nêçîrvan Barzanî giranîya xwe zêdetir da êrîşên ser başûr da ku berî têkçûna peymana Lozanê beşek ji xaka başûr û rojava dagîr bke û xewna xwe ya “Mîsaqî Mîlî” pêk bîne. Dewleta tirk bi ser dikeve yan ser nakeve tiştekî dine. Lê wê xaka ku dagîr kiriye li dijî Emerîka û Firansayê ji xwe re wek “kart” bi kar bîne û hewl bide ji wan ra bibe şirîk.

Gelek ji me hikûmeta başûr rexne dikin û dibêjn “çima dengê xwe li dijî dewleta tirk nakin”. Bêguman, “heçyê ne li şere şêre” û “kes bi xwêya girara kesî nizane”. Her çi qasî hikûmeta başûr di biryarên navxweyî da serbixwe be jî, di siyaseta derve da girêdayî hikûmeta Bexdayê ye û mafê wê yê biryardayîna siyaseta derve nîne. Di biryarên navxweyî da azade, lê di biryarên derveyî da êxsîrê Bexdayê ye. Ev yek hikûmeta Kurdistanê kerr û lal û kor dike û dest û lingên wê girê dide. Li dijderketina êrîşên dewleta tirk mafê Bexdayê ye û Bexda jî li gor yasayên navnetewî vî mafî ji dewleta tirk ra rewa dibîne.

Bi kurt û Kurmancî; dewleta tirk û PKKe şerekî bi şêwir û mişêwir dikin. Êrîşên dewleta tirk û dagîrkirina beşek ji xaka başûr û rojava, parçeyek ji hesabê 2023ê ye, têkçûna peymana Lozanê û xewna berfirehkirina Mîsaqa Mîllî ye. Heger Emerîka û Firansa rê li ber dek û dolabên PKKê negirin û PYDê û ENKSê  li hev neyinin, ne li rojava statuyek netewî çêdibe, ne başûr û rojava dibin yek, û ne jî di nexşeya piştî 2023ê da cihê xwe digrin. Tifaq û yekêtîya kurdan hem li xêra kurdane, hem li xêra dewletên rojava da ye. Parçebûn û bêtifaqî wê mirina kurdan û dagîrkirina Kurdistanê bidomîne û wê bibe sedema Lozanên nû.

Pustên heman beş