Li Hewlêrê 92 kîlo eroin hate desteserkirin

Li Hewlêrê 92 kîlo eroin hate desteserkirin

Îro roja yekşemê 23.05.2021ê Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir aşkere kir li Hewlêrê wan kariye 92 kîlo maddeyên hişbir ku cûreya eroînê ye desteserkirine.

Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir di daxuyaniyekê de ragihandiye piştî lêkolînên wan îro roja yekşemê li Hewlêr di çalakîyeke mezin de karine bazirganekî maddeyên hişbir desteser bikin ku hemwelatiyê Tirkiyê ye û şêniyê Hewlêrê ye.

Herwiha Rêveberiya Nehiştina Maddeyên Hişbir amaje bi wê yekê jî kiriye 184 qalib eroin û ku dike 92 kîlogram jî hatiye desteserkirin.

Herwiha derbarê wî tohmetbarî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo dadgehê hatiye şandin.

Pustên heman beş