Mîlîşyayên Tirkiyê êrişa Şêrawa kirin

Mîlîşyayên Tirkiyê êrişa Şêrawa kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, careke din êrîşî gundê navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin.

Li gor zanyariyan, do êvarî gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî bi çekên giran ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê hat topbarankirin.

Herwiha artêşa Tirkiyê bi awayekî bêserûber sivîlên li gundê Benê kir armanc.

Heta derengiya şevê, topbaranê artêşa Tirkiyê li ser herêmê domiya lê derbarê encama êrîşê de, tu agahî nehatiye bidestxistin.

Pustên heman beş