PKKê berê dehan ciwnên HDPê da zîndanê

PKKê berê dehan ciwnên HDPê da zîndanê

Dewleta Tirkiyê îro operasyoneke befereh li dijî endam û alîgirên PKKê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kir, 49 şikbar hatin girtin.

Li ser fermana dozgerîya giştî a dewleta Tirkiyê, îro roja dûşemî 24/5/2021an, hêzên ewlehiyê dest bi operasyonekê li her yêk ji Amedê, Dêrsimê, Şirnexê û Eden kirin, 49 şikbar bi cînayeta endambûna PKKê desteser kirin.

Ji koma şikbaran, 19 jê li Amedê, 20 li Şirnexê, Dêrsimê û Edene bûn.

Cînayetên ku ev kes pê hatine girtin, endambûna PKKê û bi kar anîna ciwnên HDPê ye di çalakiyên PKKê de.

Li gorî dozgerîya tirkyê, hejmareke berpirsên berê yên hedepê di nava girtîyan de hene.

Pustên heman beş