Di topbarana îro ya dewleta Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê ku pêgehên rêxistina PKKê kirine armanc, Ciwanekê Dihokê birîndar bû.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja dûşemî 25/5/2021ê, topxaneyên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li devera Berwarî Bala kirin armanc û bi vê sedemê Ciwanekê 21 sal birîndar bûye.
Dest nîşan kir, dewleta Tirkiyê livîna çekdarên PKKê li gundê Dêşêşê yê devera Berwarî Bala armanc girtin û bi vê sedemê Ciwanê bi navê “Bawer Ehmed Mihemed Tahir” ku ji welatiyên gundê Dêşêşê ye birîndar bûye.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ev topbaran li demjimêr 11:30ê berî nîvrojê pêkhatîye.
Rêxistina PKKê ji bo ku çekdarên xwe ji êrîşên dewleta Tirkiyê biparêze, livîna çekdarên xwe xistîye nava gund û dorbera bajêran, bi vê sedemê berdewam ziyanên canî bi xelkê gundan dikevin bi taybet yên sînorê parêzgeha Dihokê.