Bi egera şerê saxte yê PKKê 3 gundên din yên Dihokê hatin çolkirin

Bi egera şerê saxte yê PKKê 3 gundên din yên Dihokê hatin çolkirin

Rêxistina PKKê ku dewleta Tirkiyê kêşî Başûrê Kurdistanê dike, 3 gundên din yên devera Berwarî Bala kirin navçeyên şer û ji şênîyan vala man.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja dûşemî 25/5/2021an, her yêk ji gundên Dêşêşê, Ednê û Sererû yên girêday navçeya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bi yêk car hatin vala kirin.

Dest nîşan kir, li dû rûjên rabûrî êrîşên dewleta Tirkiyê li ser rêxistina PKKê dijwar bûne û ji ber vê sedemê PKKe derbasî nava gundan bûye û ev yêk bû sedem ku ev gund werin çol kirin.

Rêxistina PKKê her ku diçe pêtir xwe nêzî gund û bajarokan dike, ji bo ku behaneyekê bide destê Tirkiyê ku ew navçe werin bombebaran kirin û bibin qada şer û ji şênîyan vala bibin, ji êrîşên xizîrana sala rabûrî dehan gundên sînorê parêzgehîya Dihokê bûne qurbanî vê pîlana qirêj ya PKKê û niha bûne navçeyên eskerî û eskerê Tirk têde cî girtîye.

Pustên heman beş