PKKe gefan li malbatên pêşmergeyên leşkerê roj dikin

PKKe gefan li malbatên pêşmergeyên leşkerê roj dikin

Sîxurên PKKê li Rojava Kurdistanê gefan li malbatên leşkerê roj dikin, da ku zarokên wan yên di nava rêzên pêşmergeyên leşkerê roj de dest ji leşkerê roj berdin.

Jêdereke taybet li Rojava Kurdistanê ragihand, ku eve bûye demek dirêj ku sîxurên PKKê li Rojava Kurdistanê dest bi bangihêştkirina malbatên leşkerê roj bo navendên xweyên sîxurî kirine.

Hat raghandin, ku armanc ji bangihêştê ewe ku fişarê li pêşmergeyên leşkerê roj bikin da ku dev ji refên leşkerê roj berdin.

PKKe xwe bi hêzeke kurdî dide nasandin, lê her kes û girop û aliyekî kurd ku PKKê rexne bike yan jî ne di gel aydolojiya wê be û cuda hizir bike, PKKe wan bi mirinê tehdîd dike, piraniya caran jî van tehdîdên xwe dike rastî û dijberên xwe tesfiye dike.

Pustên heman beş