Desteserkirina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

Desteserkirina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

Wilatîyekê Kurd li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji hêla hêzên rejêma Îslamî ya Îranê ve hat desteserkirin.

Navendên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir û li gor vê raporê, roja yekşemî 23/5/2021an, wilatîyekê bi navê Luqman Nîkzad, 25 salî û şêniyê gundê Serdoş ê ser bi Merîwanê ve li sînorê parêzgeha Sine, piştî ku ji hêla saziya îstixbarata rijêmê ve li vî bajarî hatiye bang kirin piştre hat desteserkirin.

Luqman Nîkzad roja berê bi telefonê hatye bang kirin û bi sûça alîkarîkirina yek ji partiyên Kurdistanî yên Rojhilat Hatiye desteserkirin.

Piştî bûrîna sê rojan li ser desteserkirina vî wliatiyê kurd, çarenûsa wî heya niha nediyare.

Pustên heman beş