Bi vîdyo- 14 esker û 11 Gerîla, kê agir li ser serê kê barand?

Arteşa Tirkiy dîmenên cuda yên armanc girtina nuqteyên PKKê li Başûrê Kurdistanê belav kirin û ragihand, di 11 çekdarên PKKê ketine ber vê êrîşê, PKKe jî dibêje me 14 esker ceza kirine.
Paş ku rêxistina PKKê duh nûçeya ceza kirina 14 eskerên Tirk belav kirî, arteşa Tirkiyê îro roja pêncşemî 27/5/2021an dîmenên armanc girtina nuqteyên PKKê belav kirin û ragihand ku di vê êrîşa bejahî de, 11 çekdarên PKKê hatine kuştin.
Her yêk ji dewleta Tirkiyê û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amara zirarên canî yên hev belav dikin, lê belê herdû alî rast nabêjin, Tirk dibêje roketên me hemû armancê digrin û bi çekdarên PKKê dikevin, PKKe jî dibêje me agir li ser serê eskerê Tirk barandîye!.
Li rojên rabûrî wezareta parastina netewî ya Tirkiyê û HPGê baskê leşkirî yê rêxistina PKKê hejmarên dûrî rastiyê yên kuştiyên hev ragihandin, lê belê ev jî diçe di xana cenga medyayî de û ev amar ji hêla tu saziyên serbixwe nayên pişt rast kirin.
Lê belê tişta ku her kes dikare bizane û bi çavê xwe bibîne, medyaya PKKê ye, heger mirov ajansa ANFê bişopîne û li beşa arşîfê nûçeyan mêze bike, wê bibîne her li navbera dû yan sê rojan daxuyainyeka HPGê heye, ev daxuyanî yên bîranîna Gerîlayane yên ku di şer da can dane, herî kêm di mehekê de pêtire 10 daxuyanîyan hene, her daxuyanîyek wêneyên 3 heya 8 gerîlayên şehît têde hatine rêzkirin.