Desteserkirina wilatiyên Rojhilatê Kurdistanê didome

Desteserkirina wilatiyên Rojhilatê Kurdistanê didome

Wilatiyekî şêniyê gundê Şiyan ê ser bi bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê piştî ku ji hêla îstixbarata Îranê a bi navê Îtîlaat ve tê bang kirin, tê desteserkirin.

Rêxistina mafên mirov a Hengawê ragihand, roja çarşemî 26/5/2021an wilatiyekî Kurd bi navê “Kemal Ezîzî” ê 27 Salî, piştî ku ji hêla îtîlaatê ve hat bang kirin, hat desteserkirin.

Hengawê eşkere kiriye ku Kemal Ezîzî nîşteciyê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê ye û roja rabûrî bi rêya telîfonê ji hêla îstîxbarata Îranê ve hatiye bang kirin.

Hat hîn bûn ku heya niha ti ahgahiyek li ser sedema bangkirin û desteserkirina navbûrî nehatiye parvekirin.

Pustên heman beş