Sipayê Pasdaran Kolberek li Kirmaşanê kuşt

Sipayê Pasdaran Kolberek li Kirmaşanê kuşt

Sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê li bajarokê Serpêla Zehaw yê Rojhilata Kurdistanê, gule berdan Kolberekî Kurd û kuşt.

Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, roja 26ê vê mehê li devera Teng Hema ya bajarokê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşan, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Qubad Rehmanî (28 salî) û xelkê gundê Remk yê Kirmaşanê hat kuştin.

Li gorî amarên Hengaw, di heyama meha borî de herî kêm 24 kolberên Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Pustên heman beş