12 rêxistinên mafên mirovan ên li Rojavayê Kurdistanê, berdewamiya guhertina demografiya Efrînê şermezar kirin û daxwazê ji civaka navdewletî kirin ku binpêkirinan rawestînin. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Tirkiye “koçberên Sûriyê, malbatên Filistînî û Tirkên Uygurê” li Efrînê bicih dike.
Ew 12 rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, berdewam demografiya Efrînê diguherin û binpêkirinan li hemberî xelkê wê deverê dikin û şûnwaran didizin.
Her li gor wê daxuyaniyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê, bi rêya komeleyên xêrxwaziyê, ji bo koçberên Sûriyê û malbatên Filistînî û Turkmenên Uygur yên Çînî bo ku lê bicih bibin yekeyên niştecihbûnê ava dikin.
Rêxistinên mafên mirovan ew kiryar şermezar kirin û hişyarî li ser derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de dan.
Rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku destêwerdanê bike û “binpêkirinan rawestîne û dawiyê li dagirkeriya Tirkiyê bînin.