Vîdiyo-PKKê 18 kes li Wanê şandin zîndanê
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 18 kes bi tewana endambûna rêxistina PKKê desteser kirin.
Bi fermana dozgerîya Tirkiyê, îro roja şemî 29/5/2021an, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dest î heweke desteser kirinê ji bo 18 kesan bi tewana PKKê kir, 6 kes jê ji bo zîndanê hatin şandin û 12 bi meric hatin azad kirin.
Li gorî beyana dozgeriyê kesên ku hatine desteser kirin, dokyomentên PKKê pêre bûn.
Hêjay gotinê ye, ji destpêka vê salê ve, bi sedan kes bi tewana hebûna têklî û endametîya rêxistina PKKê li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine zîndan kirin.