Alîgirên PKK ê li Bruksela payîtexta Belçîkayê li ber dergehê sefareta Amerîkayê û baregeha NATO yê xwepêşnadan kirin. Alîgirên PKKê li dora 100 kesan bûn û li ber her dû ciyan xwepêşandan kirin.
Di v xwepêşandanê de alîgirên PKKê gotin: “Amerîka û NATO li hemberê operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKK ê dike bêdeng dimînin”
Xwepêşandêra posterên serokê PKK ê Abdullah Ocalan bilind kirin û bi sedema ku nûnertiya Tirkiyê nêzî ciyê xwepêşandanê ye, polîs tedbîrên xurt li derdora baregeha nûnertiya Tirkiyê ya YA yê sitendin.