Mesîhiyên gundekî Herêma Kurdistanê ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê aware bûn

Mesîhiyên gundê Çelkê yê li sînorê bajarokê Kanî Masî, bi sedema şer û aloziyên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, aware bûn û nikarin vegerin gundê xwe.
Nişteciyên gundê Çelkê yê Mesîhiyan yê li sînorê Kanî Masî, nêzîkî mehekê ye ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundê xwe vala kirine. Piraniya wan li komelgeha Bêrsivê ya li sînorê nahiya Derkarê yê ser bi navçeya Zaxo niştecî bûne, weke ew bi xwe dibêjin, jiyaneke zehmet dijîn.
Jineke xelkê gundê Çelkê, ku niha aware bûye, ji K24ê re daye zanîn; ew ji ber xem û tirsa awarebûnê nexweş ketiye û daxwaz dike ku PKK û Tirkiye biçin ser axa xwe şerê xwe bikin û dibêje: “Kurên me jî Pêşmerge ne û şer kirine, lê neçûne nav axa Tirkiyê, berevaniya axa xwe kirine. PKK hatiye ser çiyayên sînorê me û Tirkiye jî topbaran dike, di nav wan de zirar digihîje me.”
Welatiyekî din ê nişteciyê gundê Çelkê eşkere dike; rez û baxên wan hemû hişk bûne, ji ber şerê PKK û Tirkiyê dest ji rez û baxên xwe berdane û nikarin biçin avê bidin. Herwiha diyar dike, beşeke ji pûş û pawanên devera wan hatine şewitandin.”
Rêveberê Nahiya Derkar Edîp Cefer jî destnîşan kiriye: “Dema xelkê gundê Çelkê awareyî devera me bûn, di rewşeke xerab de bûn, me li gor şiyana xwe alîkariya wan kir.”