Dema hefteyekê ye daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewitin

Dema hefteyekê ye daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewitin

Beşekî daristanên parêzgeha Kirmanşan li Rojhilatê Kurdistanê dema şeş rojane di agir de dişewtin û jîngeparêzên Rojhilat di wê bawerê de ne ku weke salên derbasbûyî ev agir ji hêla hêzên rejêma Îranê ve bi wan daristanan hatiye berdan.

Şewitîna daristanên “Selas Bawecanî” yên ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê li bilindahiyên “Dirî” di nêvbera gundên “Kêsele” li roja yekşemî 23/5/2021an dest pê kiriye.

Ev agir heya niha berdewame û ber bi gundê “Gurîşe” ve diçe.

Ev agir ji aliyê jîngeparêzên kurd ku ji 27ê vê mehê li wir dest bi vemirandina agir kirine tê vemirandin, gelê navçeyê ji medyayên rojhilat re ragihandiye ku heya niha rejêma Îranê ti alîkariya wan ji boy vemrandina agir nekiriye.

Bi sedama ku ev navçe çiyayî û zehmetin ji boy vemirandina agir balafir pêwîstin, lê heya niha aliyên peywendîdar xwe ji hinartina balafiran dûr girtiye.

Pustên heman beş