“17 hezar û 500 derziyên li dijî Koronayê gihiştin Rojava “

"17 hezar û 500 derziyên li dijî Koronayê gihiştin Rojava"

Dr. Ciwan Mistefa got, 17 hezar û 500 derziyên “AstraZeneca” yên li dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) ku ji aliyê WHO’yê hatin şandin, gihiştin Rojavayê Kurdistanê.

Piştî xebatên zêde yên ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ji bo bidestxistina dermanên li dijî vîrusa Koroanyê, 17 hezar û 500 derzî ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hate şandin. Ev cara yekemîn e ku WHOyê madeyên tenduristî bi awayekî yekser dide herêmê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ji medyaya nêzîkî Rojavayê Kurdistatanê re diyar kir ku peywendiya wan bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re didome û got, erka rêxistinê ye ku xizmetên tenduristiyê bide gelên cîhanê, bi taybet piştî ku vîrusa Koronayê derket.

Vîrusa Korona xeteriyeke mezin li cîhanê çêdike. Heta van kêliyan 7 milyon û 215 hezar û 233 kes li cîhanê ji ber wê mirine. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 720 kes mirin. Tevî hemû bangên desteya tenduristiyê, lê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikir.

Di destpêka meha Gulanê de, WHOyê 203 hezar derziyên li dijî Covid -19 ji hikumeta Şamê re şand û got ku wê beşek ji van derziyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê veqetandiye dê bi rêya balafirgeha Şamê bişînin Qamişlo. Lê hate diyarkirin ku miqdarê ji herêmê re hatiye şandin tenê 645 derzî bû.

Dr. Ciwan Mistefa li ser mijarê wiha wiha got: “Erka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye ku derziyan pêşkêşî hemû gelên cîhanê bike. Em wekî Desteya Tenduristiyê ji bo parastina tenduristiya gelan bike û mafên xwe yên tenduristiyê bistînin, me ked da heta ku 17 hezar û 500 derzî ji herêmê re hatin şandin.”

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ya girîng di serî de divê derzî ji kadroyên tenduristiyê re be, miqdarê hatiye şandin têre dike ku kadroyên tenduristiyê werin aşlekirin û wiha domand: “Ji ber kadroyên tenduristiyê xeta parastinê ya yekemîn li hember vîrusa Koronayê ye.”

Beriya çend rojan li bajarê Hesekê kadroyên tenduristiyê hatin aşlekirin. Tê payîn ku di nava rojên pêş de hemû kadroyên tenduristiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin aşlekirin.

Ciwan Mustefa diyar kir ku derziyên “Astra Zeneca” yên brîtanî ji WHO’yê wergirtine, ev derzî li Ewropayê hatiye ceribandin û encamên baş dane.

Di demeke berê de ji meha Sibata borî ve, lêkolînerên zanîngeha Oxford got, encamên  derziyên (AstraZeneca) erênî ne, ji sedî 76 parastina ji vîrusa Koronayê di nava 3 mehan de û piştî aşlekirina cara yekemîn, peyda dike.

Mistefa anî ziman ku ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê soz da ku dê miqdareke din a derziyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bişîne û wiha got: “Soz hene ku di dawiya Hezîranê de beşeke din ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were şandin.”

Têkildarî pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derziyan Dr. Ciwan Mistefa got, pêwîstiya herêmê bi nêzî 1 milyon derzî heye.”

Pustên heman beş