PKKe li çiyayê Lînkî ket ber êrîşa balefiran

PKKe li çiyayê Lînkî ket ber êrîşa balefiran

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê, îro liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKKê li çiyayê Lînkî yê Başûrê Kurdistanê kirin armanc.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 30/5/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê êrîşa PKKê li çiyayê Lînkî kir ku dikeve sînorê navçeya Dêrelokê û hindava navçeya Şêladizê.

Dest nîşan kir, êrîş li saet 10 sibê pêkhatîye û balefiran roket li çiyayê Lînkî xistine.

Li gorî dîmenên êrîşê, domaneke mezin li cîhê ketina roketê bilind bûye, lê belê agahî li derbara zirarên canî yên PKKê nehatine bi dest xistin.

Ji destpêka êrîşa xizîrana sala rabûrî 2020an, çiyayê Lînkî yê rojhilata qeza Amêdiyê bi dehan caran ji hêla balefirên cengê yên Tirkiyê ve rastî êrîşan hatîye, liv û tevgerê PKKê li wir bi berferehî tên kirin.

Pustên heman beş