Şerê me ê mezin, şerê li dijî Pêşmergeye!

Şerê me ê mezin, şerê li dijî Pêşmergeye!

PKKe dixwaze bi alîkariya heşda Şebî wan navçeyên Kurdistanî ku bi navçeyên maddeya 140 tên naskirin ji pêşmerge vala bike.

Seîd Hesen, yek ji Fermandarên hêzên PKKê li Şingalê ku niha li Bexdayê ye, di hevdîtinekî de di gel yek ji kenalên telefizyonî yên nêzî Nurî Malkî de dibêje: “Em hevre bi heşda Şebî re, bi taybet “‘Esaîbî Ehlî Heq” amadekariya dikîn ji boy ku van navçeyan ji DAIŞê û pêşmergeyan pakij bikîn.

Navbûrî berdewam dike û dibêje: “şerê me ê mezin wê şerê bi pêşmergeyan re be, jiberku ew amade nabin ji van navçeyan vekşin û dixwazin wan navçeyan dagîr bikin û bêxin ser Herêma Kurdistanê ve”.

Ev daxuyaniya fermandarê PKKê yê li Şingalê tişteke nû nîne, Fermandarên PKKê pirr caran ev axaftinane li cihên cûda dubare kirine û xwe ji van axaftinan nadin paş.

Gelo Seîd Hesen kîye?!

Seîd Hesen Seîd Xizir, kesek êzidîye û ji hoza Hebaba ye, ew şêniyê gundê Zumanê ê ser bi Şingalêye, niha weke berpirsê giştî yê YBŞê erkdare, ew bi mezintirîn berpirsê êzdî yê di nav PKKê de li Şingalê tê nasîn ku ji Îraqê be.

Seîd Hesen, paş rûxandina rejêma Bes li 9/4/2003an tevlî refên PKKê bûye û weke kesek siyasî di nava PKKê de kar kiriye. Keça wî li sala 2017an bi bordomana balafirên ceng yên tirkiyê li Qendîlê hatiye kuştin.

Ew bavê 5 zarokane, di nava PKKê de bi kod navê “Bahoz” tê naskirin û berpirsê îstixbarata PKKê ye li Şingalê.

Bi yek ji wan kesan tê naskirin ku daxuyaniyên herî tund û ne rewa li dijî PDKê û Herêma Kurdistanê dide û hertim hewl dide di nêvbera Êzdîyan û hikûmeta Herêma Kurdistanê de cudahiya dirust bike û Êzdîyan li dijî Kurdistanê tehrîk bike.

Ji aliyê madî ve bi kesek dewlemend tê naskirin, dewlemendiya wî ji nizîkatiya wî ji PKKê û karên bazirganî yên neqanûnî ku li jêr sîbera PKKê û bi piştevaniya rêveberên PKKê encam dide tê.

Ev cara yekemîn nîne ku Seîd daxuyaniyek bi vî awa dide, pêş niha jî hin caran li ser ekranên TVyan de derketiye û bi tundî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kurdan daxuyanî dane, ew dibêje ku êzdî ne Kurdin û Kurdistanê jî naxwazin.

Pustên heman beş