PYD: Em amadene rûbirûyê ENKSê bibin

PYD: Em amadene rûbirûyê ENKSê bibin

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endama Komîteya Danûstandinan a Şande Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Sema Bekdaş ragihand ku  ew amade ne rûbirû astengên li ber Diyaloga Kurdî-Kurdî ligel berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) gotûbêj bikin.

Berdevka PYDê û Endama Şanda Danûstankar a PYNKê Sema Bekdaş, di civîna ligel rewşenbîran de daxwaz ji ENKSê kir, rûbirû tevlî dîbeytekê bibin û astengên diyaloga xwe bi eşkere gotûbêj bikin.

Sema Bekdaş eşkere kir, tevî zehmetiyên danûstandinan lê gavên baş hatine avêtin û pêwîst e ew berdewam in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka serpereştiya danûstandinan dikin û hewla nêzîkirina aliyan didin, lê ev demeke ev danûstandinê rawestiyane û kelemên li pêş lidarxistina civîna rasterast di navbera ENKSê û PYNKê nehatine çareserkirin.

ENKSê daxwaza gerentiyê dike û dibêje, pêwîst e serkirdeyên Rêveberiya Xweser û PYDê dest ji zimanê tûj berdin. Lê PYNKê jî dibêje ku ENKSê hicetan derdixe û dibêje, ew bûye sedema rawestandina danûstandinan û nabe ew mercên xwe dane û divê bê şert û merc were ser maseya danûstandinê.

Berdevka PYDê Sema Bekdaş bal kişan li ser berdewamî û serxistina danûstandinên ENKSê û PYNKê û got: “Em dixwazin komcivînên bi vî rengî çêbibin ku kesayetên ji civaka me û rewşenbîr û serbixwe û em û biraderên me yên ENKSê jî amade bin. Bila em rihet bin û herkes her tişt bibêje û bila rexneyên xwe bikin. Eger herdu alî amade bin û pirs werin kirin her tişt dê zelal bibe. Herkes girîngiya Diyaloga Kurdî-Kurdî dizane. Herwiha herkes jî dizane em wek Kurd dîroka xwe de heta niha perçe perçe mane û me mafên xwe bidest nexistine. Rast e zehmetiyên Diyaloga Kurdî-Kurdî hebûn û dê hebin jî, lê ez dibêjin gavên baş hatin avêtin. Tevî zehmetiyan me gavên destpêkê ji sedî 90 avêtin.”

Bekdaş bibîr xist ku li ser lêvegera siyasî ya Kurdî li hev kiribûn û got: “Me mijara ku ev lêvegera siyasî ya Kurdî dê çawa li paşeroja Sûrî de mafê gelê Kurd biparêze û dê xebatên wê çi bin yekalî kiribû. Me mijara Rêveberiya Xweser jî ji sedî 90 bidawî kiribû û yek xal mabû ew jî şêwaya tevlîbûna biraderên me yên ENKSê bû.”

Pustên heman beş