Êvara îro roja yekşemî 30.05.2021ê di êrîşeke çekdarî de li wîlayeta Florida ya Amerîkayê 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyekê ji polîsê Amerîkayê da zanîn 3 kesan êrîşî hemwelatiyan kiriye û 2 kes ji ber wê êrîşê mirine û 20 kes jî birîndar bûne.
Herwiha ligor zanyariyên wê çavkaniya emnî 3 êrîşkar ji otomobîlê daketine û bi klaşnîkof û demançe êrîşî komekê kirine ku aheng digerandin.
Cihê behsê ye beriya bi hefteyekê jî ji ber êrîşeke çekdarî li Floridayê 5 kes miribûn.