Şopa hirçê û darên Berwarî Bala

TalankirIna xwezaya “Berwarî Bala” rojeva gor a Başûrê Kurdistanê ye, dagîrkerîya Tirk qirra daran tîne, ketîye xêr û bêrê, mixabin yê ku derî ji vê enfalê re vekrî, “PKKe” ye.

Ji paş talankirina gund û bajarokên Bakurê Kurdistanê di şerê Xendekan de li 2015an, êdî ji boy PKKê gera Başûr destpêkir, ji wê demê ve her ku diçe eskerê Tirk pêtir kêşî kûrahîya vê perçeya welat dike, rêveberên rêxistinê her sal dibêjin: “Emê berxwedanê geş bikin û dem dema azadiyê ye”, emê Enqerê û Stanbolê bişewitînin, lê êncam tişteka din dibêjn, me bi çavê xwe dî bi t awayî Xakurk, Xeta sînor, dehan gundên Berwarî Bala û beşekê Metînayê ji dest çûn, ango her dema PKKê berxwedan geş kirî, lingên dagîrkeran dirêjtir kirine, hinekî maye ew ling bi çiyayê Sipî bikevin.

Heger em “Şerê PKKê û Tirkiyê!!”, li ser nexşê bişopînin, wê bi zelalî derkeve ber çavan ku li 2015an Tirk li kîjan derê bûn û îro li ku derê ne.

Biradust, Xakurk, çiyayê Şekîv, Heftenîn, sînorê Amêdî, Bamernê, Batûfê û dehan gundên Berwarî Bala ji dest çûn, li nexşeyê bi nerin, şerê pêşî 5 salan li xeta sînor dihat kirin, îro li ber derazînka bajarane.

Bi kurtasî PKKê û tirkyê “Tifaqek” heye, tişta li ser erd çêdibe, bi pilanên  pêşwexte, muhîma rêxistinê yeke nabe dû, ew jî “Rêxweşkiirne ji boy dagîrkerîya Tirk”.

Medya Başûr bi dîtina hirçê bêdenge, lê dibêje şopa hirçê vaye

Tevgeryana PKKê li Başûr eynî “hirçê û şopa hirçê” ye, eskerê Tirk kêşî Berwarî Bala kir û piştre hat û got: “dagîrker qirra daran tîne, ev yêk bê ceza derbas nabe”!!.

Tişta ku bala mirov dikşîne, hêjan beşeka gelê Başûr bi berxwedana saxte a PKKê bawerin, hêjan ji boy wan zelal nebûye ku PKKe biçe ku derê piştre eskerê tirk tê li wê derê cî digre.

Gel tenê keziyên Gêrîlayan dibîne, kincên wan ên Kurdî dibîne, ji xwe ew nizanin rêxistinê ev Gêrîla bi navê eşqa Kurdistanê xapandine û piranî jê di zaroktiyê de revandine û kêşî çiya kirine, haya Gêrîla ji “Tifaqa rêveberîya PKKê û Tirkyê” tuneye, PKKe Gêrîlayan weke fîşeka li ber tivenga xwe dibîne, wan ji boy berjewendîya Tirkiyê di teqîne.

Navçeyên PKKê ji 2015an ji bo Tirkiyê hiştîn, pirrî samanên xwezayî ne, bê exlaqîye heger kêfa Kurdekî bi dagîrkeriyê were, lê heger mirov bifikre wexta navçeyek dikeve dest dagîrkeran, wê tişteka asayî be ew navçe ji xêr û bêrê were vala kirin û qirra her tiştî bê kirin.

Lê belê tişta neasayî eve, medya Başûr ew qas lawazîya wê heye ku pirr bi hêsanî dikeve bîseya PKKê, tu rêxistin bi qasî PKKê hêza medyayê bi kar naîne, ew rojane nûçe û mijarên berxwedana xwe a saxte di weşîne, heger bi medya PKKê be, pêwîste niha eskerê Tirk mîna darên devera Berwarî Bala bihatiba qirrkirin, rojane nûçeyên kuştina eskerên Tirk ji derew parve dike, medya Başûr jî ji van derewên PKKê bawer dikin û bêy ku bizanin ew dikevin di xizmeta PKKê de û rewatiyê didin hebûna PKKê li başûr û berxwedana wan a saxte.

Yacuc û Mecuc û cineta Başûr

Mînak:

Me nedît medya Başûr li ser jidestçûna “çiyayê Şekîf” li 2018an rojev gurr kirî, ew çiyayê ku 30 salan di destê PKKê de lê bi 3 rojan ji bo Tirkiyê hiştî!.

Wexta PKKê li sala 2020an ji Heftenînê bazday, medya Başûr qed nego kanê cengawerên Heftenînê!

Eynî tişt wexta îsal sînorê Amêdî, bamernê, Batûfê û gundên Berwarî bala çûy, medya Başûr qed ji PKKê re nego çima hûn şer nakin, çima çend hûn berixwedanê geş dikin, beşeka xaka Başûr dibe qereqûl!

Medya Başûr tenê qirra daran dibîne, gelo ma ax girîngitire yan dar?!

Li dawyê rastîyek heye nayê peçinîn, ev rastî jî eve: mixabin yê ku deriyê Cineta Başûr ji boy neviyên “Yacoc û Macocê” vekirî PKKe ye, rêxistinê eynî tişt li Rojava kir, bajêr yêk bi yêk dane Tirkiyê, li wê çaxa ku dagîrkeriyê qirra zeytûnên Efrînê di anî, PKKê digo emê berxwedanê geş bikin!, loma her wexta “Girûpa Enqerê” berxwedanê geş dike, tenê yêk tişt geş dibe, ew jî agirê ser pişta Kurdane.

Pustên heman beş