300 gundên parêzgeha Sine a Rojhilatê Kurdistanê rûbrûyê xetereya kêmiya ava vexwarinê bûne

300 gundên parêzgeha Sine a Rojhilatê Kurdistanê rûbrûyê xetereya kêmiya ava vexwarinê bûne

Midurê navenda Av û Solînên parêzgeha Sine a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, zêdetir 300 gundên vê parêzgehê rûbrûyê xetereya kêmiya ava vexwarinê bûne, bi awayekî ku di niha de ava vexwarina 104 gundên ser bi vê parêzgehê bi tankan tê dabînkirin.

Li gor rapora navenda keşnasiya Sine, îsal heya niha 291 milliliter baran li vê parêzgehê bariye ku bi hevberkirin bi sala rabûrî 44% kêmtire, kêmbûna avê ji boy kêm barîna baranê vedigere.

Li gor gotna berpirsên parêzgeha Sine, kêmiya avê nêzî 5 hezar û 410 milyar tumen zirar gihandiye çandinîyê li vê parêzgehê.

Ev di demekîda ye ku parêzgeha Sine 3 qasî hewceya xwe çavkaniyên avê hene, lê belê ji hêla rejêma Îranê ve tên talankirin û ji boy parêzgehên din tê veguhastin.

Pustên heman beş