Operasyona Dewleta Turk ya li ser qada Metîna, Avaşîn destpêkirî berdewame. Mixabin ji ber ku PKK her roj cihê xwe berdide, çiyayên Kurdistanê yên bi heybet yeku yek dikevin bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê. Le belê daku PKKe rastiyên şer veşêre gelek nûçeyên ne rast belav dike. Taybet jî nûçeyên derew li ser sosyal medyayê belav dikin û rojeva xelkê ya esasî diguherînin.
Car bi car kesên ser bi PKK hinek wêneya belav dikin ku ev wêne an jî video ên 5-6 sala berê ne û çi esas ji boy van nûçe û wêneyan nîne. Yek jî van wêne û nûçeyan jî îro li sosyal medya hat belav kirin. Rojnameavanê PKKê ê pile bilind Mehmet Derwîş wêneyek belav kir. Li vî wêney de leşkerên Tirkiyê cerekî tarîxî radikin. Mehmet Derwîş ev wêne belav kir û got “ber çavê PDK cihê ku di bin kontrola PDKê de ye eskerên Tirk tiştê Kurdan talan dikin”. Mehmed Derwîş rojnamevanekî navdar ê PKK’ye. Ew li sala 1994an pêve di ragihandina PKKê de kar dike. Hinek kesên nêzî PKK jî ev posta Mehmet Derwîş baver kir. Le belê piştre derket ku ev ne raste.
Ev dîmene Mehmet Derwîş parve kir û got van rojên dawîyê li Başûrê Kurdistanê çêbûye, derket ku sala 2018 heyva Yekê li Dêrsimê rû daye. Dema eskerê Tirkiyê li Bakura Kurdistanê li Dêrsimê operasyonek li navçeya Pertek’e li dar xistî vî cerê mezin dibînin û dibin.
Her wiha alîgirên PKKê li Başûrê Kurdistanê wêneyên Ferhad Encû ku bi hin leşkerên Tirkiyê re dipeyve parve kirin û îdîa kirin ku ev wêne li Başûrê Kurdistanê hatine kişandin, lê belê a rast wêne yên sala 2015an in û ti pêwendî bi dar birrîna îsal ya leşkirên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê nîne.
Yanî nûçe û postê PKKê çi bingeh jêre tunebȗn. Ragihandina PKK van rojên dawî karên xwe yên nûçeyên derew bi vî awayî zêde kirine.
Ji bo ku her kes va derewên PKKê bi çavên xwe bibîne, emê li xwarê lînkên hin rûpelan danin ku têde li sala 2018an ev wêne parvekirîne û bi dehan nûçe li ser çêkirin e.
https://tinyurl.com/puhtxrff
https://tinyurl.com/yv9y227z
https://tinyurl.com/se2fbd6
https://tinyurl.com/4r2ncw29
https://tinyurl.com/9yt4xx4w
https://tinyurl.com/2mrnucw8