Revandina şêniyên Kurd ji herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê dewam dike, dawî tewana çekdarên girêday Tirkiyê, revandina 7 şêniyên gundê Basûtê bû.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam roja 29ê Gulanê 7 welatî ji gundê Basûtê revandin, bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû û ji bo fidyê ji wan bistîne
Kesên hatine revandin navên wan wiha ne: Hesen Zekî Hemşo, Necîb Misto Xelîl, Ehmed Ebdulrehman, Kawa Beta Xidir, Peyman Mihemed Tahabaş, Xalid Ehmed Receb û Elî Xelîl Xalid.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporteke din de belav kiriye, roja 30î Gulanê, çekdarên Feyleq El-Şamê li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa 4 malbat ji malên wan derkirin û dest danîn ser xaniyên wan.
Herwiha grûpa Weqas jî li gundên Hêkiçê, Merwaniya Jêrin, Marwaniya Jorin, Senarê û Anqelê yên navçeya Cindirêsê bac danîne ser berhemên çandiniyê ku her cotkarek bixwaze berhemên xwe bibe li bazarê bifiroşe divê bacê bide çekdaran.