Wezaretên Çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji Tirkiyê dikin, birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne.
Wezaretên Çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne û diyar dikin, ev karekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngehê ye.
Herwiha her du Wezaretên Çandiniyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî dikin, da ku di çareserkirina vê pirsgirêkê de hevkar bin.
Beiya niha, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da.
Herwiha Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, komîteyek ji bo lêkolînkirina di pirsa birîna daristanan ji aliyê Tirkiyê ve pêk aniye.